Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Înê got ku Amerîka dikare armancên xwe li Îranê pêk bîne bêyî ku hêzên bejahî bikar bîne. Wî herwiha pêşbînî kir ku operasyonên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê di nav çend hefteyan de bidawî bibin.
Rubio ev axaftin kir berî ku ji Fransayê vegere Amerîkayê piştî ku doseya Îranê ligel welatên Koma 7 (G7) gotûbêj kir.
Wezîrê Amerîkayî got ku Amerîka armancên xwe yên di şerê dijî Îranê de pêk tîne. Wî got ku armancên Amerîka tunekirina şiyanên Îranê yên mûşek û dronan in, ligel wêrankirina kargehên ku wan çekan çêdikin, û herwiha hêzên deryayî û asmanî.
Rubio diyar kir ku ew çaverê dike operasyona Amerîkayê di çend "hefteyan, ne ku mehan" de bidawî bibe.
"Em di piranîya van armancan de li pêş wexta xwe ne, û em dikarin wan bêyî ti hêzên bejahî pêk bînin," karbidestê Amerîkayî got.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê da zanîn ku şandina bi hezaran leşkerên Amerîkayî bo herêmê bi wê armancê ne ku bijareyan bide Serok Donald Trump da ku bersiva her rewşeke awarte bide.
"Derbarê ka çima bêtir hêz hatine şandin, berî her tiştî, divê Serok ji bo çend rewşên awarte amade bin... Emê herdem amade bin ku derfeta herî zêde bidin serok ku serederîyê ligel rewşên awarte bike, eger ew derketin holê," Rubio got.