Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio Dibêje Îsraîl û Libnan Gihîştine Çarçoveyeke Rêkeftinê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Îsraîl û Libnanê bi navbeynkarîya Amerîkayê gihîştine çarçoveyeke rêkeftinê bi mebesta dabînkirina ewlekarî û aştîyeke mayînde di navbera herdu welatan de.

Rubio roja Înê li dema merasîma îmzekirinê li Wezareta Derve got, "Îro me gava yekê di geşteke zehmet de avêt, lê ew gaveke girîng û pêwîst e."

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji meha Nîsanê ve mêvandarîya pênc gerên danûstandinên bêmînak di navbera herdu welatan de kiriye. Di wan gotûbêjên aştîyê de balyozên Libnan û Îsraîlê li Washington û tîmên xwe yên danûstandinan beşdar dibûn.

Konsulê Wezareta Derve Dan Holler wekî navbeynkar di wan civînan de amade dibû.

Di daxuyanîyeke nivîskî de ku piştî merasîmê belav bû, Rubio got ku koma çekdar a Hizbullahê bi berdewamî wealtê Libnanê birîye nav şerên wêranker li dijî viyana hikûmet û gelê wî welatî, herî dawî jî vê Adarê."

"Ev rêkeftin proseseke zelal û rêxistinkirî ava dike ji bo vejandina serwerîya Libnanê, bêçekkirina Hizbullahê û tunekirina binesazîya wê ya terorîst. Ew herwiha rê dide Îsraîlê ku vegere sînorên xwe dema ku metirsî li dijî welatîyên wê nemîne," Wezîrê Derve got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG