Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio Serdana Welatên Kendavê Dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, wê ji Sêşemê heta Pêncşemê geşta Rojhilata Navîn dike û diçe Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), Kuweyt û Behreynê.

Di vê geştê de, ewê peymana nû ya li ser Îranê ji welatên Kendavê re şîrove bike.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya îro Duşemê, di malpera fermî ya wezareta Derve de hatî dide zanîn ku Rubio wê li ser çend mijarên girîng biaxive. Ev mijar peymana li ser Îranê, ewlekarîya Tengava Hormuzê û parastina aştî û aramîya herêmê ye.

Herwiha li Behreynê, Wezîr Rubio wê bi Civata Hevkarîya Kendavê (GCC) re jî bicive daku li ser karên girîng û hevpar ên herêmê gotûbêjan bikin.

Ev geşta Rubio di demekê de pêktê ku tevgera dîplomasî li ser Îranê çêdibe. Çarşema borî Serokê Amerîkayê Donald Trump peymana bi Îranê re îmze kir û 60 roj wext da herdu alîyan. Herwiha, Cîgirê Serok JD Vance jî li Swîsreyê tevli civînên li ser vê peymanê bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG