Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedemên Girtina Televizyona Rûdawê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Çi Ne?


Dîmenek ji bajarê Qamişlo. Wêne ji arşîvê ye.
Dîmenek ji bajarê Qamişlo. Wêne ji arşîvê ye.

Çend rêxistinên navnetewî yên berevanîya medyayê biryara girtina ofîsa televîzyona Rûdawê li bakur û rojhilata Sûrîyê şermezar kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Rêvebirîya Xweser (RX) ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê roja Şemîyê bi fermanekê karê Rûdawê li herêmên RX qedexe kir û destûrnameyên rojnamevanên wê ji wan sitand.

“Ev bûye demeke dirêj ku tora nûçeyan ya Rûdawê bi rêya bultenên xwe yên nûçeyan tevlîhevîyan çêdike û wêneya dezgehên ku li bakur û rojhilata Sûrîyê kar dikin, xirab dike,” Ofîsa Ragihandinê ya RX di daxuyanîyekê de got.

Berî girtina vê biryarê du caran hişyarî ji Rûdawê re hatibûn şandin, lê wê dezgehê sîyaseta xwe ya ragihandinê neguhert, Ofîsa Ragihandinê dîyar kir.

Dengê Amerîka peywendî ligel Ciwan Mele Îbrahîm, Hevserokê Ofîsa Ragihandinê ya RX kir da ku bêtir hûrgilîyan ser vê mijarê bide, lê wî daxwaza lêborînê kir jiber ku ew ne vala ye.

Rûdaw kanaleke nûçeyan e ku bingeha wê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Îraqê ye. Ev televîzyon ser bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ye.

Rûdawê, derbarê girtina ofîsa wê bi daxuyanîyekê got ku “ev biryareke sîyasî ye û tawanek dijî azadîya ragihandinê li Rojavayê Kurdistan.”

Rûdawê herwiha di daxuyanîya xwe ya roja Şemîyê de got ku “rojnamevanên wê pir bi pîşesazî û li gor qanûn û pîvanan li her derê kar dikin. Ev biryara Rêvebirîya Xweser bê bingeha qanûnî ye û jiber bertekên sîyasî û partîzanî tê.”

Rêbaz Alî, berdevkê tora Rûdawê, ji Dengê Amerîka re ragihand ku ev biryar bê wate ye.

“Şopandina me ya bûyerên girîng li Rojava belgeya me ye ku karê me li wir hergav balanskirî ye û li ser bingeha rastîyan e. Gotara kîndarîyê ne beşek ji zimanê me ye û axaftina RX di vê derbarê de ne zelal e,” Alî got.

Şermezarkirinên rêxistinên navnetewî

Rêxistina Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), ku bingeha wê li New York e, got ku divê ev gavên wisa dijî dezgehên ragihandinê rawestin.

Logoya CPJ'ê.
Logoya CPJ'ê.

“Divê desthilatên Bakurê Sûrîyê hewildanên xwe yên sansurkirinê dijî tora Rûdaw rawestîne û êrîşên dijî karmendên wê bi tevahî vekolîn bike. Divê rê ji rojnamevanan re were dayîn ku ew bûyerên li deverê bi awayekî serbixwe bişopînin, bêyî ku hêzên Asayîşê tolhildanê dijî wan bike,” Şerîf Mensûr, kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li CPJê, ji Dengê Amerîka re got.

Ji alîyekî din ve, rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), ku bingeha wê li Parîsê ye, girtina ofîsa Rûdawê li bakur û rojhilata Sûrîyê protesto kir û got ku ew “behaneyên nezelal şermezar dike û bang li desthilatdaran dike ku rêzê li pirdengîya medyayê bike.”

Tevî ku rewşa azadîya rojnamegerîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê ji deverên din yên welêt baştir e, lê Sûrîye bi giştî jibo rojnamevanan ne cîhekî baş e.

Li gor RSF, Sûrîye di warê azadîya ragihandinê de ji nava 180 dewletên cîhanê di rêza 173’an de ye.

Cudabîrîyên sîyasî

Çavdêr dibêjin ku girtina ofîsa Rûdawê li bakur û rojhilata Sûrîyê beşek e ji alozîyên sîyasî di navbera partîyên Kurdî ku her du alîyên sînor kontrol dikin, bi taybet jî Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Herêma Kurdistanê û Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li bakur û rojhilata Sûrîyê.

“Ev pirsgirêk tenê sîyasî ye,” Sîrwan Hecî Berko, rêvebirê Dezgeha Arta ya Medya û Geşepêdanê, ji Dengê Amerîka re got.

“Rûdaw girêdayî birêz Nêçîrvan Barzanî û PDKê ye û ew beşek e ji cudahîyên sîyasî di navbera PDK’ê û Rêvebirîya Xweser dike.”

Di dema dawî de hinek alozî di navbera PDK’ê û PYD’ê de derketine. Ev alozî dawîya sala borî bûn sedema girtina derîyê Sêmalka yê sînorî navbera Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilata Sûrîyê. Derî 24’ê meha borî careke din hate vekirin.

Berko got ku di biryara rawestandina Rûdawê de, RX rê neda wê dezgeha ragihandinê ku bi awayekî berevanîya xwe bike.

Wî dîyar kir ku biryara girtina bi lez derket, wekî ew biryareke ewlekarî be.

XS
SM
MD
LG