Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Giuliani Îflasa Xwe Radigihîne


Rudy Giuliani
Rudy Giuliani

Rudy Giuliani, parêzgarê berê yê bajarê New Yorkê, îflasa xwe ragihand piştî ku rastî sizayeke aborî ya 148 mîlyon dolarî ji alîyê dadgehekê ve hatî.

Biryara dadgehê girêdayî dozeke biçûkxistin û reşkirina nav e ku li dijî wî pêk hatibû.

Giuliani doza îflasê kir û got ku deynên wî 153 mîlyon dolar e, di nav de bacên derengbûyî, mezaxtinên parêzeran û deynên qanûnî yên din jî hene.

Pereyê herî mezin ku divê Giuliani bide 148 mîlyon dolar in, ku hefteya borî weke ceza lê hat birîn, jiber wan daxuyanî û îfadeyên nerast yên li ser karmendên wîlayeta Georgia yên li dor hilbijartinên serokatiyê yên 2020'an dabûn.

Rudy Giuliani di hilbijartinê de piştgirekî xurt yê serokê berê Donald Trump bû.

Trump hember Joe Biden yê Demokrat di wan hilbijartinan de têk çû.

Giuliani, dema ku Sêşemê dadgeha bilind ya Colorado biryara rêgirtina li hember beşdarîya Trump di hilbijartinên pêşwext yên serokatiya Amerîka yên 2024'an de girt, dadgeh bi tundî rexne kir û biryara li dijî Trump weke metirsiya ser demokrasiya Amerîkabi nav kir.

"Biryara Dadgeha Bilind ya Coloradoyê jibo demokrasiyê metirsiyeke rastîn e," wî got.

XS
SM
MD
LG