Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî Seredana Ayatullah Sîstanî Dike


Serokê Îranê Hasan Ruhanî li merqedê Îmam Al-Kazim
Serokê Îranê Hasan Ruhanî li merqedê Îmam Al-Kazim

Serokê Îranê Hasan Ruhanî di seredanek fermî ya Sê rojî de bo Îraqê, roja Çarşemê seredana Ayatullah Alî Sîstanî kir, kesayetiyê olî yê Şîa mezheb yê di asta herî bilind de li Îraqê.

Piştî Ruhanî li gel Serokomarê Îraqê Barham Salih û Serokwezîr Adil Abdulmahî civîya û çendîn peymanên aborî û bazirganî îmze kirin, Çarşemê seredana Ayatullah Alî Sîstanî kir li bajarê Nejef.

Hevdîtina Ruhanî û Sîstanî giring tê dîtin jiber ku kêm caran Sîstanî rê dide kesên siyasî û berpirsên dewletan bibîne dema seredana Îraqê dikin, Sîstanî sala 2013an red kir bû serokê berê yê Îranê Ehmedî Nejad bibîne dema seredana Îraqê kir bû.

Sîstanî dema ku çekdarên DAIŞê sala 2014an herêmên berfireh li Îraqê kontrol kir bûn û giha bûn perên paytext Bexda Sîstanî weke Fetwayek dabû jibo çek hilgirtina li dij rêxistina Jîhadî DAIŞê, ji encama banga Sîstanî Heşda Şaabî hat avakirin ku niha hêzeke çekdar ya giringe li Îraqê.

Seredana Ruhanî bo Îraqê di demekî de pêkhat ku civaka Îraqê di navbera alîgirîya ji bo Îran û Amerîka bûye du beş.

XS
SM
MD
LG