Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Îsal jiber Toleyên Amerîka û Korona Sala Herî Dijwar E


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku welatê wî jiber toleyên Amerîka û şewba vîrusa korona di sala xwe ya herî dijwar de ye.

Vîrusa korona û toleyên Amerîka yên di sala 2018’an de jinûve hatibûn ragihandin, kêşeyên Îranê yên aborî jinûve mezintir kirin.

Ruhanî ji kanala dewletê re got ku ‘’jiber guvaştinên dijmin û şewbê sala herî dijwar e’’

‘’Guvaştina ku di sala 2018’an de destpê kiribû zêde bû û îro em dibînin ku li ser welatê me zexta herî giran heye’’ Ruhanî got.

Rêvebirîya Tehranê di meha Nîsanê de dest bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona kiribû û piştre hejmara pêketî û mirîyên wê vîrusê careke din bilind bûbû.

Di du mehên dawî de, cara pêşî hejmara rojane ya mirîyên vîrusa korona 100 derbaz kir û di 24 saetên dawî de bi qasî 2500 pêketî hatin tespît kirin.

Ruhanî dîyar kir ku ewê bo cîhên lê însan kom dibin karanîna maskeyan mecbûr bikin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Îranê pirtir ji 222,000 kes bi vîrusa korona ketine û 10,508 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG