Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî di Axaftina NY de bi Tundî Dijî Amerîka Peyîvî


Ruhanî di Civata Giştî ya salane ya NY.yê de
Ruhanî di Civata Giştî ya salane ya NY.yê de

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî roja Sêşemê li Civata Giştî ya NY axaftineke kir û got ku Amerîka nikare Komara Îslamî mecbûrî ne danûstandinan û ne jî şer bike.

Di navbera Amerîka û Îranê de jiber peymana navokî ya 2015'an ya Tehranê ya bi hezên mezin re ev demeke dirêje alozîyên tund berdewam dike.

"Îran di hilbijartinên Amerîka û sîyaseta navxweyî de ne mijareke bazirganîyê ye. Piştî hilbijartinên serokîya Amerîka, dê bilî qebûlkirina berxwedana gelê Îranê ti çareserîya her rêvebirîyeke Amerîka were ser kar, tunebe," Ruhanî di peyameke vîdyoyê ya bo civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî de got.

Girjîyên di navbera Amerîka û Îranê de piştî ku serok Donald Trump di sala 2018'an de Amerîka ji peymana novakî ya navteteweyî vekişand û jinûve ragihandina toleyên yekalî ku aborîya Komara Îslamî hildiweşîne, her diçe zêde dibe.

Trump dixwaze bi desthilatdarên oldar ya Tehranê re peymaneke firehtir ava bike ku bernameya çekên navokî ya Îranê pirtir sînordar bike, xebata wî welatî ya pêşxestina mûşekên balîstîk rawestîne û piştgirîya Îranê ya bo hêzên cîgir-wekaletê yên li Rojhilata Navîn bidawî bike.

Herwiha di heman civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî de serokê Amerîka Donald Trump jî roja Sêşemê berîya serokkomar Hesen Ruhanî peyîvî.

“Em ji peymana navokî ya Îranê ya pir xirab vekişîyan û me hember dewleta ku bo alîkarîya terorê rêberîya cîhanê dike, toleyên xurt ragihandin," Trump got.

Îran tawanên bo piştvanîya terore red dike.

Hejayê balkişandinê ye ku rêvebirîya Trump roja Duşemê dijî Îranê toleyên nû ragihandibûn. Amerîka dixwaze ku tevahî ya toleyên Neteweyên Yekbûyî yên ser Îranê, ku di çerçova peymana navokî ya 2015'an hatibûn rakirin, jinûve werine danîn.

Lê, ev gava Amerîka hem ji hêla hevalbendên wê yên Ewrupî û hem jî ji hêla welatên rikeber yên wek Rûsya û Çînê ve ku hemî alîyên peymana navokî ne, hatibû red kirin.

XS
SM
MD
LG