Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Bo Danûstandinên ligel Amerîka, Divê Washington Hemî Toleyan Rake


Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro Sêşemê got ku jibo destpêkirina danûstandinên bi Amerîka re, divê Washington pêngavên pêşîn bavêje û hemî toleyên dijî Îranê rake.

"Gava pêşîn dawîkirina toleyên ser Îranê ye. Divê hun dawî li toleyên neqanûnî, nerêwa û nerast ên dijî netewa Îranê bîninT," Ruhanî di axaftina xwe ya televîzyonî de got.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf jî got ku pêkanîna hevdîtina ligel Amerîka ne pêkan e, heta ku Washington careke din beşdarî peymana navokî ya bi Tehranê re nebe.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Duşemê li Fransa gotibû ku ew hazir e bi serokê Îranê re bicive ku ew yek jî wek gaveke girîng hatibû nirxandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Trump Ameîrka ji peymana navokî ya sala 2015’an kişandibû û biryara jinûve danîna cezayên ser Îranê dabû.

Piştî wê biryarê ekonomîya Îranê ketibû rewişeke dijwar jiber ku Tehran nema dikare bazirganî bi hêzên cîhanê re bike û petrol bifiroşe derve.

XS
SM
MD
LG