Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî, Amerîka Hişyar Dike


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî bang li Amerîka kir ku dijî Tehranê "sîyaseteke dijminane" nemeşîne.

Ruhanî da zanîn ku ger Amerîka rê li ber firotana petrolê bigire ewê metirsîyeke mezin çêbe.

Ruhanî, ku bo kombûnên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, ji rojnamevanan re dîyar kir ku "ger Trump dixwaze bi Îranê re kom bibe divê berê vegere peymana navokî ya 2015an"

Serok Trump di meha Gulanê de Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû û dijî Tehranê tole ragihandibûn.

Bi peymana navokî re piraniya toleyên dijî Îranê di sala 2016an hatibû rakirin û ji Tehranê hatibû xwestin ku bernameya navokî bi dawî bike.

Hefteya borî li Ehwaz ya Îranê dijî merasîma leşkerî êrîşa çekdarî pêk hatibû û bi kêmî ve 25 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Tehranê, ser êrîşê bê ku navên wan bêje, welatên Kendavê û Amerîka tawanbar kiribû.

XS
SM
MD
LG