Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî li Civata Giştî ya NY Bersîva Trump Da


Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî dîyar kir ku ger peymana navokî ya bi welatê wî re were xirab kirin ewê bi rêkûpekî bersîvê bidin.

Ruhanî, ser axaftina Serokê Amarîka Donald Trump, ku bo Îranê gotibû ‘’dîktatorîyeke rizîyaye’’ jî, got ku ‘’nezanî ye, bêmane ye û tijî kîndarî ye’’

Ruhanî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ‘’ger peyman ji alîyê kesên nû tevlî siyaseta cîhanê bûne ve were xirab kirin, ewê rewş berbadtir bibe’’

‘’Wê fersendek mezin ji dest cîhanê here. Lê tevgereke wisa ya xirab ewê nikaribe pêşveçûna Îranê rawestîne’’ Ruhanî got.

Trump, rojek berî axaftina Ruhanî, li civata giştî dîyar kiribû ku peymana navokî ya bi Îranê re şerma Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG