Lînkên eksesibilîtî

Ruhanî: Muşeka Husîyan Bertekeke Dijî Helwesta Rîyadê Ye


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî, bang li Erebîstana Saudî kir ku ‘’li şûna çêkirina kêşeyan bo herêmê, arîşeyên xwe yên navxweyî çareser bike’’

Erebîstana Saudî îdia dike ku Tehran piştgirîyê dide serhildayan Husî yên li Yemenê.

Ruhanî ser muşeka ku Husîyan dawîya hefteyê firandibû Rîyadê da zanîn ku ‘’dijî helwesta êrîşkar ya Saûdîyan bertekek e’’ û Erebîstana Saudî rexne kir.

‘’Gelê Yemenê bila çawa dijî bombebaran li ser welatê bertek nîşan bidana? Ma mafê wan tune ku çekên xwe bikar bînin? Divê berê hûn bombebaranê rawestînin û paşê hûnê bibînin ku gelê Yemenê heman tiştî dike yan na.’’ Ruhanî got.

Ruhanî bi berdewamî dîyar kir ku Erebîstana Saudî, Amerîka û Îsraîlê wek dost û Îranê jî wek dijmin dibine û got ku ew bi vê fikrê ‘’şaşîyeke stratejîk’’ dikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG