Rêberê ruhanî yê Îranê, Ayetullah Alî Xameneyî îro Pêncşemê Xulamhuseyîn Muhsinî Eceî yê tundrê wek serokê dadwerîyê destnîşan kir.
Eceî, ji wê beşa dewleta Îranê berpirs be ku qanûnên îslamî bi cîh tîne.
Rêxistinên berevanîya mafên mirovan Eceî bi rexne dikin ku dijî rikeberên xwe rêbazên tund û tûj bi kar tîne.
Eceî ji mêjve karbidestekî dadwerîyê û wezîrê berê yê îstixbaratê ye û li şûna Îbrahîm Reîsî dest bi vî karî dike.
Reîsî di hilbijartina seroktî ya 18’ê Hezîranê de serketî bûbû û li ber e ew di destpêka Tebaxê de wek serk dest bi kar bike.
Destnîşankirina Eceî ya wek berpirsê dadwerîyê, di vê demê de tê ku welatên Rojavayî, rêxistinên mafê mirovan û sazîyên navnetewî hilbijartina Reîsî bi tundî rexne dikin ku navê wî tev li zêdegavî û binpêkirina mafê mirovan bûye.