Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî dê Pirsên Parlamenterên Îranê Bibersîvîne


Medya dewletê ya Îranê ragihand ku Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dê di nav mehekê de, bo pirsên derbarê aborî bibersîvîne derkeve pêşberî parlamenteran.

Ruhanî jiber kêşeyên aborî yên zêde dibin û peywendîyên ku bi Amerîka re xirab bûne, di bin zexta rikeberîyê de ye û ew cara pêşî ye ku wisa tê vexwendin.

Rikeberî dixwaze ku Ruhanî kabîneya xwe biguherîne.

Li gor ajansa nîvfermî ISNA, dê di meclîsê de rewşa rîyalê, ku ji Nîsanê vir ve nîvenîv daketîye, zêdebûna bêkarbûnê û daketina mezinbûna aborî were axaftin.

Ruhanî di sala 2015’an de bo peymana navokî ya navneteweyî îmza dabû û girjîya bi welatên rojava re daketibû, lê jiber ku Amerîka ji peymana navokî vekişîyabû û dabû zanîn ku ewê dijî Tehranê toleyên nû ragihîne, di hindurê de bertekên dijî Ruhanî gur dibin.

Li Îranê, ji serê salê vir ve jiber buhabûnê, kêşeyên avê, qutbûna elektrîkê û xwarina pereyan gelek caran protesto pêk tên.

Serok Trump roja Duşemê dabû zanîn ku bo geşkrina peywendîyan ew dikarin bi Îranê re bicivin lê karbidestên Îranê ser vê pêşnîyazê dibêjin ku ‘’xewn’’ e û ‘’bê qîmet’’ e.


XS
SM
MD
LG