Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî, piştî roja çaran ya protestoyan daxuyanîya pêşî da.
Ruhanî dîyar kir ku ‘’mafê gel heye ku protestoyan li dar xîne, lê ewê rêzê bo kesên ku pergala dewletê xirab dikin û zararê didin alavên dewletê negirin’’
Ruhanî di axaftina xwe de Serokê Amerîka Donald Trump jî rexne kiriye.
‘’Wî jî bir kiriye ku çend mehên berê ji Îranîyan re gotibû ku ‘hûn terorîst in’’
Serokomarê Îranê da zanîn ku wî hay ji fikarên ser aborî û gendelîyê heye.
Li Îranê xwepêşandanan do Yekşemê jî dom kir. Ji dîmên li ser sosyal medya belav bûne xuya dike ku polîs ava bi şid diavêje ser xwepêşandanerên ku li navenda Tehranê kom dibin.
Ajansa Nûçeyan ya ILNA ragihand ku pêr Şemîyê li Îranê 200 kes hatine desteser kirin.
Li gor agahîyên ku ji herêmê tên, 40 kesên ku rêberîya protestoyan dikin jî hatine girtin.