Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Koçberên Afgan yên Bê Belge Nikarin Vaksîna Dijî COVID Peyda Bikin


Koçberên Afgan yên bê belge ku jiber Talîbanê reviyane û hatine Tirkiyê, dibêjin ku ew nikarin dermankirin û vaksînên nexweşîya koronayê peyda bikin.

Li Tirkîye, penaberên ku bi fermî tên qeyd kirin dikarin xizmetên saxlemîyê wergirin. Lê bi hezaran koçberên Afgan yên bê belge niha li wî welatî hene.

Piştî ku hêzên rojavayî di meha Tebaxa 2021’an de ji Afganîstanê vekişîn, bi hezaran hemwelatîyên Afganîstanê berê xwe dan welatên din da ku ji Talîbanê rizgar bibin.

Bi sed hezaran hemwelatiyên Afganî ji ber sedemên ewlehiyê an jî ji bo ji hejarîyê rizgar bibin berê xwe dane welatên din.

Dengê Amerîka bi çend penaberan re li bajarê Erzurumê yê rojhelata Tirkiyê axifî. Erzurum li ser rêyeke serekî ye ji bo koçberên ku ber bi Ewrupayê ve diçin û cihê gelek penaberan e. Hinek koçber li herêmê bicih dibin û kar peyda dikin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye mêvandarîya 183,000 penaberên Afgan dike, 300,000 Afgan jî bi awayekî herdemî li wir bi cih bûne. Lê belê, tê çaverê kirin ku bi hezaran koçberên din yên Afgan bê belge ne.

Ew penaberên bê belge li Tirkiyê bi qaçaxî dijîn û dixebitin û nikarin bigihîjin karûbarên bingehîn yên wekî wergirtina xizmetên saxlemîyê.

Mihemed koçberekî Afgan yê 18 salî ye ku berî du mehan gihîşte Tirkîyê. Ew niha li kompanîyeke mast û penêr li Erzurumê kar dike. Mihemed ligel neh kesan di aparmaneke biçûk de dijî.

“Pênc ji wan xwedî nasname ne, lê yên mayî tiştek bi wan re tune ye. Eger yek ji wan bi nexweşîya koronayê ket, ewê nexweşxane wî derman nekin. Ewên ku nasnameyên wan tun ne nikarin vaksînê wergirin. Eger ew bi vîrûs ketin, emê hemû pê bikevin,” Mihemed da zanîn.

XS
SM
MD
LG