Moskowê îro Sêşemê banga kêmkirina girjîya li Rojhilata Navîn kir, piştî ku Washingtonê soz da ku ewê bersîvdana kuştina sê leşkerên wê li Urdunê bide.
Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov ji rojnamevanan re got ku Moskow dijî hemî kiryarên ku li herêmê bibin sedema bê aramîyê û zêdebûna alozîyê.
"Ji kê werin kirin bila werin kirin, emê domandina van kiryaran qebûl nekin. Asta alozî û girjîyê niha bilind e û jibo kêmkirina wê divê em hin gavan bavêjin ku bikaribin pêşîya firehbûna pevçûnan bigirin," Peskov got.
Hêjayî balkişandinê ye ku peywendîya Rûsya bi Îranê re baş e, lê têkilîyên Moskow û Washingtonê ji krîza muşekî ya 1962’yan li Kuba di asta herî xirab de ye û her du alî di şerê Ukrayna de jî dijî hev in.
Jêder: Reuters