Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Navbera Rûsya û Fînlandîya Kûrtir Dibe


Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu û fermandarên din yên Rûsî li ser kêşeya Fînlandîya diaxifin (Arşîv)
Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu û fermandarên din yên Rûsî li ser kêşeya Fînlandîya diaxifin (Arşîv)

Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku ew jiber tanka Rûsî ya derbxwarî ya li nêzî parlamana Fînlandîya tê pêşkeş kirin, wî welatî protesto dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova, Fînlandîya bi dijmîntîya li hember Rûsan tawanbar kir.

“Jibo çi, çima vê yekê dikin? Hewcederîya Fînlandîyan jibo çi bi tiştekî wisa heye,” Zakharova got.

Du komelên ku alîgirên Ukrayna ne, roja Şemîyê tankeke T-72B3 ya Rûsî ya derbxwarî li nêzî parlamana Fînlandîya danîbûn.

Girjîya Fînlandîya û Rûsya piştî ku Helsinki îsal bû endama NATO gur bû.

Fînlandîya hefteya borî çar derîyên li sînorê Rûsya girtibûn ku vê yekê jî girjîya heyî gurtir kir.

Helsinki dibêje ku Rûsya berê koçberan dide sînorê wê û hejmara koçberên li sînor zêde dike, lê Moskow vê tawanbakirinê red dike.

Zakharova ser gurbûn girjîyê Fînlandîya tawanbar kir, lê got ku ew jibo dîyalogê jî hazir in.

“Emê jiber girtina derîyan bêguman bertekên xwe nîşan bidin,” Zakharova got lê eşkere nekir ku bersîvdana wan wê çi be.

XS
SM
MD
LG