Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Almanya Helwesta Xwe ya Dîrokî ya Dijî Wê Bernedaye


Balyozxaneya Rûsya li Almanya bi daxuyanîyekê ser biryara Berlînê ya bo erêkirina şandina tankina Leopard 2 ji Ukrayna re bertek nîşan da.

Di daxuyanîyê balyozxaneyê de hat gotin ku biryara Berlînê tê wê wateyê ku Almanya dev ji berpirsîya xwe ya dîrokî ya li hember Rûsya bernedaye.

Wê balyozxaneyê dîyar kir ku biryara Berlînê sûcên Nazîyan yên di Cenga Cîhanê ya Duyê de bi bîr dixe.

Li gor balyozxaneya Rûsya, ev biryar dê alozîyê derxîne asteke nû û pevçûnan gurtir bike.

Hikûmeta Almanya îro Çarşemê biryar da ku tankên Leopard bişîne Ukrayna û rê da welatên din jî ku ew stokên xwe bidin Kîevê.

Ew hikûmet çend hefte ne di bin zextan de bû ku şandina tankan bipejirîne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG