Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Emê bi Hevkarîya Welatên Dost Toleyên Dijî Moskowê Pûç Bikin


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dîyar kir ku ewê bi hevkarîya welatên dost toleyên dijî Moskowê pûç bikin.

Lavrov di serdana Hindistanê de got dibe ku ew danûstandinên bi wî welatî re pêşde bibin.

Wî da zanîn ku Hindistan çi bixwaze ew hazir in ku bo wî welatî çêkin.

Çîn û Hindistanê heta niha Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna şermezar nekirine.

Hindistan dide zanîn ku ewê ji Rûsya kirîna nefta xam bidomîne, Çîn jî dibêje ku ew dixwaze peywendîyên xwe yên bi Rûsya re pêşde bibe.

XS
SM
MD
LG