Reuters ji zarê du çavkanîyên ji ajansa îstixbaratî yên Ewrupî ragihand ku Rûsya sala borî dest bi hilberîna droneke nû ya êrîşkar ya dûravêj kiriye.
Reuters dibêje ku belgeyên ku rojnamevaên wê dîtîne ew nûçe pişrast kir ku drona bi navê Garpiya-A1 bi motor û parçeyên ji alîyê Çînê hatine çêkirin û niha di şerê li Ukrayna de tên xebitandin.
Îstixbarata destxistî dîyar dike ku IEMZ Kupol, ku beşeke kompanîya çekan ya dewleta Rûsî, Almaz-Antey e, ji Tîrmeha sala çûyî heta Tîrmeha 2024’an pirtir ji 2,500 dronên Garpiya saz kirine.
Sazîyên îstixbaratî cara yekê ye ku droneke nû ya Rûsî ya bi teknolojîya Çînî barkirî radigihînin, lê IEMZ Kupol û Almaz-Antey bersîva pirsên Reutersê nedane.
Her du jêderên istixbaratî got ku wateya Garpiya bi zimanê Rûsî tê wateya Harpîya ku cureyeke mezin ya elo anku qertelan e.
Li gor wan jêderan Garpiya li Ukrayna dijî armancên leşkerî û sivîl tên xebitandin û zararên mezin gihandine binesazîya krîtîkyên sivîl û leşkerî.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg hefteya borî bang li Çînê kiribû ku piştgirîya şerê Rûsya yê li Ukrayna bisekinîne jiber ku alîkarîya Pekînê di berdewamîya şer de roleke girîng dilîze.
Jêder: Reuters