Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ewê Ser Firehbûna NATO Hêzên Xwe yên li Bakurê Welêt Xurt Bike


Tixubê Rûsya û Fînlandîya
Tixubê Rûsya û Fînlandîya

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu got ku ewê jiber zêdebûna hêzên NATO yên li nêzî welatê wan, hêzên xwe yên leşkerî yên li bakur û rojavayê welêt xurt bikin.

Fînlandîya piştî Rûsya sala 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir bû endama NATO û di demeke nêz de Swêd jî dibe endama hevpeymanîyê.

NATO vê hefteyê bi pirtir ji 20,000 leşkeran li Norwec, Fînlandîya û Swêdê hîndarîyeke leşkerî çêdike.

Shoigu bê ku hûrgilîyan bide ser beşdarîya Fînlandîya û Swêdê ya li NATO got ku ew li hember firehbûna hevpeymanîyê li bakur û li rojavayê welêt jibo xurtkirina yekîneyan hin gavan diavêjin.

Jiber şerê li Ukrayna peywendîyên Rûsya û dewletên Rojavayî ji Kîrza Muşekan ya Kuba ya 1962’yan vir ve di asta herî xirab de ye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di rojên borî de got ku ger dewletên Rojavayî jibo şerê li Ukrayna yekîneyên xwe bişînin ew dikare rê li ber şerê navokî veke.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG