Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Pêşnîyara Agirbestê ya Amerîkî Rexne Dike


Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku pêşnîyara Washingtonê ya agirbesta 30 rojî li Ukrayna kêrî Ukraynayê tê.

Şêwirmendê payebilind yê sîyaseta derve ya Serokê Rûsya Vladimir Putin got ku wî ji Washingtonê re got ku pêşnîyara Amerîkî ya agirbesta 30 rojî li Ukrayna wê alîkarîya Kîevê bike ku hêzên xwe topî ser hev bike.

Pêşveçûnên Rûsya yên li ser enîyê di mehên dawî de û hewilên Serokê Amerîka Donald Trump yên pêkanîna peymaneke aştî ya jibo dawîkirina şerê li Ukrayna, tirsa Kîevê kûrtir kiriye ku ew dikare di şer de şikestinê bixwe.

Nûnerê taybet yê Trump yê jibo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff îro çûbû Moskowê û bi Putin re hevdîtin pêk anîbû.

Karbidestên Rûsî gotibû ku Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî ya Amerîkî Mike Waltz roja Çarşemê hûrgilî li ser pêşnîyara agirbestê pêşkêş kirîye û Rûsya amade ye ku wê gotûbêj bike.

Trump roja Çarşemê li Qesira Sipî gotibû ku ew hêvî dike Kremlîn bi pêşnîyara Amerîka ya jibo agirbesteke 30 rojî razî be ku Ukrayna jî berê hevbîrbûna xwe li ser wê ragihandibû.

XS
SM
MD
LG