Wezareta Berevanî ya Rûsyayê îro Duşemê ragihand ku di êrîşên Ukraynî yên sersalê de 63 leşkerên Rûsî li Donetskê kuştine.
Dîmenên ku li ser înternetê belav bûne nîşan didin ku li Makiivka ya herêma Donetskê avahî bûne xirabe.
Berî daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Rûsî, hikûmeta Ukraynî ragihandibû ku 400 leşkerên Rûs hatine kuştin.
Daniil Bezsonov, karbidestekî herêmî yê payabilind yê ku Rûsya piştgirîya wî dike, got ku Ukrayna bi roketên HIMARS yên Amerîkî êrîş biriye ser avahîya zanîngehekê.
Blogerekî leşkerî yê Rûsî, ku wek Rybar tê zanîn, ji ser Telegramê got ku di êrîşa sersalê de pirtir ji 100 kes birindar bûne û hin ji wan ji kavilan têne derxistin.
Rybar dîyar kir ku di avahîyê de nêzî 600 kes hebûne û cebilxane jî li heman avahîyê bûye.
Hin hemwelatîyên Rûsî ser êrîşê bertekan nîşan didin ku divêbû cebilxane û ewqas leşker li heman cîhî nehatana civandin.
Jêder: Reuters