Rûsya roja Înê dîplomatê xwe Aleksander Darchiev wek balyozê nû yê li Amerîka erkdar kir, ku ji sala borî postek e vala bû û wek nîşanek din ya kêmkirina girjîya di navbera her du welatan de tê dîtin.
"Alîyê Amerîka li ser erkdarkirina Darchiev belgeya fermî ya qebûlkirinê radest kir," wezareta derve ya Rûsya got.
Wezaretê dîyar kir ku balyozê nû Aleksander Darchiev di demeke nêz de biçe Washingtonê.
Darchiev ji 1992’yan vir ve di gelek rolên dîplomatîk yên Rûsî de kar kirîye, herî dawî wek rêvebirê beşa Amerîkaya Bakur ya Wezareta Derve ya Rûsyayê, dixebitî.
Wî herwiha salên dirêj li balyozxaneya Rûsya ya li Washingtonê xebitî û ji 2014 heta 2021 balyozê Kanada bû.
Serokê Rûsya Vladamir Putin di Cotmeha 2024’an de balyozê xwe yê berê yê Anatoly Antonov ji Washingtonê vekişandibû, lê bi sedema têkilîyên dualî yên xirab jiber şerê Ukrayna, wî kesekî din wek balyoz erkdar nekiribû.
Serokê Amerîka Donald Trump ji hatina Qesira Sipî û vir ve, hewl dide ku bi Moskowê re têkilîyên qutbûyî jinûve ava bike.
Ji destpêka şêrê Rûsya di 2022’an de dijî Ukraynayê ve, jibo cara yekê Serok Trump herwiha di navbera Washington û Moskowê de, gotûbêjên di asta bilind dan destpê kirin.
Ev daxuyanîya Moskowê piştî ku karbidestên Amerîkî û Rûsî roja Pêncşemê li Stenbolê civîyan, da ku piştî ku her du welatan karmendên balyozxaneyê yên hevdu di bin rêvebirîya serokê Amerîka Joe Biden de der sînor kirin, kêşeyên dîplomatîk çareser bikin.
Jêder: Reuters