Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow Dibêje Ukrayna bi Mûşekên Amerîkî û Brîtanî Êrîşê Wê Kir


Rûsya îro Sêşemê ragihand ku got ku Ukrayna şeş mûşekên balîstîk ATACMS yên ji Amerîkî, şeş mûşekên keştîavêj Storm Shadow yên ji Brîtanî û herî kêm 146 dron avêtin axa wê.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku hêzên wê hemî mûşekên Rojavayî, ku Ukraynayê avêtine herêma Bryansk û herwiha 146 firokên bêmirov ku li dervayê herêma şer ketine, anîne xwarê.

Wezaretê got ku herwiha du mûşekên Storm Shadows jî li ser Deryaya Reş hatine xistin.

"Kiryarên rejîma Kievê, ku ji alîyê parêzkarên wê yên Rojavayî ve tên piştgirî kirin, wê bê bersîv nemînin," Wezareta Berevanî ya Rûsya got.

Piştî ku Ukrayna sala borî yekê mûşekên ATACMS û Storm Shadow avêtibûn ser Rûsyayê, Moskowê di 21’ê Mijdarê de bersîvdaneke xurt dabû û mûşekek nû ya balîstîk ya hîpersonîk avêtibû ser Ukrayna. Ew mûşeka pêşveçûyî bi navê "Oreshnik" anku Dara Findiqê tê zanîn.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di meha Mijdarê de gotibû ku şerê Ukrayna ber bi pevçûneke cîhanî ve diçe, piştî ku Amerîka û Brîtanya destûr dabûn Ukrayna ku mûşekên wan bavêjin kûrahîya nava axa Rûsyayê.

Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump jibo agirbestek û danûstandinan jibo dawîkirina şer dilezîn ku ew jî piştgirîya demdirêj ya Washingtonê ya ji Ukrayna re xistiye bun gumanê.

Di encama dagirkirina axa Ukrayna ya ji hêla Rûsya ve, ji sala 2022’yan vir ve bi deh hezaran kes hatine kuştin, bi mîlyonan kes derbider bûne û ji Krîza Mûşekên Kuba ya 1962’yan vir ve krîza herî mezin ya navbera Moskow û Rojava çêbûye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG