Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hişyarî Dide Ukrayna ku Dijî Axa Wê Çekên Brîtanî Nexebitîne


Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova îro Pêncşemê got ku ger Ukrayna jibo êrîşên ser axa Rûsî çekên Brîtanya bixebitîne, ewê wek bersîvdanê êrîşan bibin ser armancên Brîtanî.

Zakharova ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew dikarin li Ukrayna û li derê sînoran êrîşan bibin ser wan hedefan ku di destê Brîtanya de ne.

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron gotibû ku Ukrayna jibo êrîşan bibe ser axa Rûsî dikare çekên ku wan dane bi kar bîne.

Zakharova jî ser wan gotinên Cameron hişyarîya Moskowê dubare kir.

Rûsya ser gotinên Cameron bi hêrs bertek nîşan dabû û gotibû ku yek ji sedemên çêkirina hîndarîyên çekên navokî yên taktîkî gefên dewletên Rojavayî yên dijî Moskowê ne.

Hîndarîyên ser çekên navokî yên ne stratejîk li sînorê Rûsya û Ukrayna û li herêmeke başûr ya leşkerî çêdibin ku Kîev dibêje Moskowê dagir kiriye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku ew di hîndarîyan de test dikin ku ka leşkerên çekên navokî yên ne stratejîk jibo berevenîya ax û serwerîya welêt hazir in yan ne.

Dewletên Rojavayî rêberê Rûsî Putin sûcdar dikin ku ew ew çekên navokî wek gefan bi kar tîne.

Çekên navokî yên ne stratejîk, ku wek çekên taktîk jî têne zanîn, li gor çekên navokî yên stratejîk qels in, lê dîsa jî bandor û kanîna wan heye ku zararên pir mezin çêkin.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG