Karbidestên Rûsî û Ukraynî îro Duşemê radigihînin ku li Sumy ya Ukrayna pevçûnên giran çêibin.
Pêvçûnên li hêla Novenke gur bûne dikarin rêka cebilxaneya artêşa Ukrayna bigirin.
Sumy li hember Kursk ya Rûsya ye ku yekîneyên Ukraynî meha Tebaxê ketibûn wir.
Hêzên Rûsî sala 2022yan di demên pêşî yên şer de hin herêmên Sumy dagir kiribûn.
Artêşa Ukrayna îro Duşemê da zanîn ku hêzên wê bi şev 130 dronên Rûsî pûç kirine.
Li gor ragihandina artêşê ew dron li Cherkasy, Chernihiv, Dnipropetrovsk, Kharkiv, Kherson, Kirovohrad, Kyiv Mykolaiv, Odesa, Poltava, Sumy, Vinnytsia û Zaporizhzhia hatine xistin.
Karbidestên li Poltava dibêjin ku bi êrîşên dronî hin xanî zarar dîtine.
Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Duşemê da zanîn ku sîstemên berevanîya esmanî li Samara, Voronej, Oryol, Belgorod û Kurskê 9 dronên Ukrayna xistine.
Jêder: VOA, AFP, Reuters