Serokê Rûsya Vladimir Putin, wek bersîvdana toleyên girêdayî şerê Ukrayna yên dijî Mosmowê, îro Duşemê biryarek îmza kir ku dayîna vîzayan ji welatên nehevalane re dijwartir dike.
Biryara ku îro kete jîyanê, sîstema hêsankirî ya dayîna vîzayê ji hin dewletên Yekîtîya Ewrupî, Norwêc, Swîsre, Danîmarka û Îzlanda re radiwestîne.
Biryarê hewiha destûr da wezareta derve û sazîyên din yên hikûmetê ku dijî hemwelatîyên dewletên bîyanî û kesên bêdewlet sînordarkirinên vîzayê bînin ku li hember Rûsya, hemwelatîyên wê yan sazîyên girêdayî wê kiryarên nehevalene kirine.
Hikûmeta Rûsî meha borî jî lîsteke dewletên nedostane eşkere kiribû ku tê de Amerîka, Kanada, Brîtanya, welatên Yekîtîya Ewrupa û Ukrayna hebûn.