Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Hin Hêzên Amerîkî Dixwazin Peywendîyên Me ya ligel Amerîka Xirab Bikin


Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê hêzên sîyasî li Amerîka tawanbar dike ku dixwazin hevdîtina wî ya ligel Serokê Amerîka Donald Trump pûç bikin.

Putin ku piştî hilcivîna Helsînkî cara yekê ji bîragiştî re peyîvî, ji dîplomatên Rûsî re peyîvî.

"Em dibînin ku hîn hêzên li Amerîka hazir in peywendîyên Rûsî û Amerîkî, bi rêka şerekî navxweyî yê li nav Amerîka, bona berjewendîyên xwe fêda bikin," Putin got.

Wî bi berdewamî got ku ne rastbîn e çareserîyên navbera du hêzên mezin yên navokî di nav çend demjimêran de werin çareser kirin.

“Lê, rêka guherînên erênî vebûye û civîna bergireh ya navbera her du alîyan pêk hat ku derfet da danûstandinên rastxwe.”

Putin herwiha îdia kir ku hêzên li hindurê Amerîka dikarin berjewendîyên xwe yên şexsî bînîn pêş berjewendîyên netewî û rê li baştirbûna peywendîyên navbera her du alîyan bigirin.

XS
SM
MD
LG