Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev: Toleyên Nû yên Amerîkî Ragihandina Şer E


Rûsya, îro hişyarî da Washingtonê ku ewê her gaveke dijî kiryarên bankayên wê, wek şerekî aborî bibîne û ew jî hember toleyên Amerîkî gavên tolhilder bavêje.

Medvedev li Moskowê got ku toleyên Amerîkî yên aborî û sîyasî bankayên Rûsî dikir armanc.

“Ez nikarim derheqa gavên Amerîkî yên siberojê bipeyîvim, lê ez dikarim bêjim ku ger kiryarên bankayên me werin armanc girtin, hinge emê wî tiştî wek ragihandina şerekî aborî bi nav bikin,” Medvedev got.

Medvedev da zanîn ku pêdivî ye ku ew hember şerê dijî wan bi awayên aborî, sîyasî û ger hewce be, rêkên din bersîvan bidin.

Reuters dibêje ku daxuyanîya Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev tirsa Rûsya ya hember toleyên nû yên Amerîkî û bandorên wan yên li ser aborîya wê tê dîtin.

Piştî toleyên nû yên hember Rûsya, dirava Rûsî ruble jî li hember dolara Amerîkî bi berdewamî nirxa xwe hinda dike.

XS
SM
MD
LG