Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Firokên Me DAIŞ û Nusra li Sûrîyê Kir Armanc


Artêşa Rûsyayê îro Duşemê got, firokên wê yên cengî kampeke perwerdeyê ya DAIŞ û navendeke fermandariyê ya Cebhet el Nusra li Sûriyê kirine armanc.

Di pêla herî dawî ya êrîşên esmanî yên Rûsya li Sûriyê de, 49 armanc hatine bombebaran kirin.

Moskow dibêje ji dema destpêkirina kempeyna xwe ya esmanî li Sûriyê ve, wê 500 armancên “terorîstan” kiriye armanc.

Welatên Rojava nerazî ne ku mebesta Rûsya ji vê kempeynê piştgiriya hêzên Serokê Sûrî Beşar Esad e.

Amerîka û hevalbendên wê dibêjin, Rûsya komên nermrê yên opozisyona dijî Esed dike armanc, lê Moskow hergav dibêje, ewê DAIŞ komên din yên “terorîst” bombebaran dike.

Li parêzgeha Lazqiyê ya beravê, Rûsya got ku wê kampeke perwerdeyê ya DAIŞ wêran kir. Li Heleb, Hama û Humsê jî, firokên şer yên Rûsyayê êrîşên esmanî pêk anîn.

Çavdêrên herêmî dibêjin, bi saya van êrîşên esmanî û bi alîkariya şervanên rêxistina Hîzbullah ya Lubnanî û hêzên Quds yên Îranê, artêşa Sûrî hinek destketin li ser erdê li van deveran pêk anîne.

XS
SM
MD
LG