Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev Dibêje Rojava Dijmintîyeke Genî li Dijî Rûsya Dimeşîne


Rûsya îro welatên Rojavayî bi dijmintîya Rûsyayê tawanbar kir û hişyarî da ku hêza wê heye Washingtonê li şûna xwe bide rûniştandin.

Serokê berê yê Rûsî, Dmitry Medvedev, ku niha cîgirê sekreterê Civata Ewlekarî ya Rûsya ye, got ku dijmintîyeke genî ya dijî Rûsyayê tê meşandin ku sitûyê wê bitewînin.

"Ewê feyde neke. Du destê Rûsyayê de hemî hêz hene ku dersa dijminên êrîşkar bide û deyne şûna wan”, Medvedev got.

Amerîka û welatên Rojavayî ji destpêkirina dagirkerîya Rûsya ya ser Ukranya vir ve toleyên tund li dijî rêber, kompanî û karsazîyên Rûsî danîne ku wê dewletê ji ekonmîya cîhanî biqetînin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje operasyoneke taybet li Ukrayna pêdivî bû ku jiber Washington bi rêya Ukraynayê gefê li ser Rûsyayê dikir û divêbû ew “jenosîda” Rûsên li Ukraynayê rawestînin.

XS
SM
MD
LG