Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Rûsên Derbazî Fînlanda Dibin Pirtir Dibe


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê da zanîn ku di dawîya hefteyê de bi qasî 17,000 Rûs ji sînor derbazî Fînlandayê bûne.

Reutersê dîyar kir ku hejmara Rûsên derbazî Fînlandayê bûne li gor hefteya borî 80 ji sedê zêde bûye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin Çarşema borî seferberlîg îlan kir ku ew welat ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve cara pêşî biryareke wisa dide.

Ragihandina seferbîrlîgê, girtina xwenîşanderên dijî şer kirine ku hin Rûs hewil bidin ji welatê xwe derkevin.

Hikûmeta Fînlandayê dide zanîn ku ew naxwaze bibe welatekî transît û dîyar dike ku ewê di rojên pêş de vîzaya turîstan ya bo Rûsan rawestîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, Fînlanda piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dabû ku bibe endama wê hevpeymanîyê.

XS
SM
MD
LG