Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîya Rûsî li Derya Reş li Gemîyeke Afrîqî Qelibî


Keştîyeke Rûsî li nav avên Tirkîyê derbas dibe
Keştîyeke Rûsî li nav avên Tirkîyê derbas dibe

Karbidestên Rûsî dibêjin ku hemî 78 xebatkarên gemîya leşkerîya Rûsî ya çavdêrîyê, ku li Derya Reş li keştîyeke barhilgir qelibî, ewle ne.

Karbidestên Rûsî ragihand ku gemîya bi navê "Liman" jiber mija stûr li keştîya bi ala dewleta Togo ya Afrîqî qelibî.

Wezareta Berevanî ya Rûsî dîyar ki ku keştîya wan jiber hêza lêdanê şikestiye û ew di hewildanê de ne ku ligel xwedîyê wê gemîyê peywendî deynin.

Liman berê keştîyeke hêzên deryayî bû, dû re wek keştîya çavdêrî hate xebitandin.

XS
SM
MD
LG