Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn ji Trump re: Îdlib Helîna Terorîstan E


Bajarê Idlibê (Arşîv)
Bajarê Idlibê (Arşîv)

Kremlînê îro daxuyanîyên Serokê Amerîka Donald Trump ya destpênekirina operasyoneke leşkerî ya ser Îdlibê red kir û got ku ew herêm helîna terorîstan e.

“Bê ku rewşa metirsîdar û neyênî ya wê herêmê li ser tevahîya Sûrîyê bibînî, tenê hişyarîyan bidî, nêzîkbûna te ya teng nîşan dide,” berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov got.

Wê bi berdewamî got ku hebûna mîlîtanan li Îdlibê peyvajoya aşitî ya li Sûrîyê pûç dike û herêmê jibo êrîşên dijî hêzên Rûsî li Sûrîyê dike bingeh.

“Hejmareke meIn ya terorîsan li Îdlibê bi cîh bûne û ew jî bêguman rewşa herêmê bê îstiqrar dike û hewilên çareserîya sîyasî û dîplomatîk pûç dike. Em dizanin ku hêzên çekdar yên Sûrî hazirî dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Peskov ji nûçegîhanan re got ku rewşa Îdlibê wê mijara serekî ya civîna navbera rêberên Rûsî, Îranî û Tirk be ku li ber e vê heftê were kirin.

Trump roja Duşemê hişyarî dabû Serokê Sûrîyê Beşar Esad û hevalbendên wî Îran û Rûsya ku dijî Îdlibê êrîşekê pêk neyîne.

‘’Îranî û Rûs ger di vê trajedîya mirovî de cîh bigirin, ewê şaşîyeke mezin bikin. Dibe ku bi sed hezaran kes werin kuştin,’’ Trump gotibû.

Trump bang li Rûsya û Îranê kiribû ku nehêlin ew kuştinkarî pêk werin.

Karbidestên Îran û Rûsya bo operasyona Îdlibê piştgirî didin hikûmeta Sûrîyê û dibêjin ku divê Îdlib ji terorîstan were paqij kirin.

XS
SM
MD
LG