Wezareta Berevanî ya Rûsî îro Sêşemê ragihand ku 2 endamên artêşa Sûrî di êrîşeke hawanî de li Sûrîyê hatine kuştin û endamekî din jî di heman êrîşê de birîndar bû.
"Endamên profosyonel yên Rûsî ku di yekîneyeke Sûrî de, wek hînker cîh digirtin, bûn armanca êrîşeke hawanî ya serhildayan," ajansa Interfax ji zarê karbidstekî Rûsî got.
Wezaretê zelal nekir ku êrîş kengî û li ku çêbûye, lê Interfax da zanîn ku leşkerên Rûsî wek şêwirmendê leşkerî ji artêşa Sûrî re li wî welatî bûn.
Hîjayî bîrxistinê ye ku bi kuştinên dawî, hejmara giştî ya kuştîyên Rûsî li Sûrîyê giheştiye 29 kesan.