Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Ku Daxwaz Were Emê Hizra Şandina Hêzên Şerker ji Sûrîyê re Bikin


Bizavkar li pêş navenda Neteweyên Yekbûyî Esad û Putin şermezar dikin
Bizavkar li pêş navenda Neteweyên Yekbûyî Esad û Putin şermezar dikin

Rûsya dibêje, eger hikûmeta Sûrî daxwaz bike, ewê hizra şandina hêzên şerker ji Sûrîyê re bike.

Berdevkê Kremlinî Dmitry Peskov îro Înê got ku eger daxwazeke wiha ji Sûrîyê were, ewê wê yekê nîqaş bikin û binirxînin.

Şîroveyên Peskov di vê demê de tê ku Amerîka xemên ser hebûna leşkerî ya Rûsya li Sûrîyê, bi dengekî bilind dîyar dike.

Raportên medyayî di rojên dawî de radigihînin ku Rûsya tank, şîretvanên leşkerî, teknîsyen û nobedarên ewlekarîyê şandin bingeheke leşkerî ya nêzîkî Latqîya.

Rûsya ku hevalbendeke dûr û dirêj ya rejîma Esad e, dibêje ku girîngîya wê li Sûrîyê têkbirina koma tundrê Dewleta Îslamî ye.

XS
SM
MD
LG