Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Me di 24 Demjimerên Dawî de 32 Êrîşên Esmanî li Sûrîyê Pêk Anîn


Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku firokên wê yên cengî di 24 demjimêrên dawî de 32 armancên “terorîstî” li Sûriyê bombebaran kirine.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Berevanî ya Rûsyayê got, “asta êrîşên esmanî yên Rûsya di roja borî de kêm bûye.”

Di dirêjahiya daxuaniyê de, hate gotin ku “sedema kêmbûna êrîşan jî ew e ku komên terorîst yên DAIŞ di encama operasyonên rejîma Sûrî de bereyên xwe yên şer diguherin.”

Artêşa Rûsyayê got, “êrîşên vê dawiyê bingeheke mûşekên dijî firokan ya DAIŞ li Rojhilatê Goutayê li Şamê kirin armanc.”

Wezareta Berevanî jî got ku êrîşên Moskow li Helebê jî kargeheke çêkirina bombeyan kirin armanc.

Rûsya kempeyna xwe ya esmanî li Sûriyê 30ê Êlona borî destpê kir, li ser daxwaza Serokê Sûriyê Beşar Esad jibo armanckirina DAIŞ û komên din yên “terorîst”.

Amerîka û hevalbendên wê ku ew jî êrîşên esmanî li dijî DAIŞ pêk tînin, dibêjin ku Rûsya bêtir komên opozisyonê yên nermrê dike armanc.

XS
SM
MD
LG