Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Piştî Alozîya bi Îsraîlê, Sîstema S-300 Dide Sûrîyê


Rûsya îro Înê ragihand ku ewê muşekên S-300 ya sîstema berevanîyê bide Sûrîyê, tevî ku Îsral bi tundî dijberîya wê yekê dikir.

Biryara Moskowê hefteyeke piştî gêrkirina firokeke leûkerî ya Rûsî li Sûrîyê tê, ku hikûmeta Rûsî Îsraîl bi xistina firokê tawanbar kiribû.

Bûyera hefteya borî Moskow neçar kir ku “hin tedbîrên tolhilderî bigire ku ewlehîya leşkerên Rûsî xurt bike ku li Sûrîyê dijî terorîzma navnetewî şer diin,” Wezîrê Berevanî ya Rûsî Sergei Shoigu got.

Wî dîyar kir ku ewê di nav du hefteyan de sîstema S-300 ya berevanîya esmanî teslîmî hêzên leşkerî ya Sûrî bikin.

Shoigu bi berdewamî got ku ew sîstem wê kanîna şerkirinê ya artêşa Sûrî xurtir bike.

Wezareta Berevanî ya Rûsî bi îndîrektî Îsraîl tawanbar kiribû ku bûye sedema gêrbûna firoka wê ya IL-20 ku 15 kes di nav de hebûn.

Wezaretê dabû zanîn ku Îsraîlê firoka Rûsya wek mertal bikar anîye û berevanîya esmanî ya Sûrîyê bi çewtî êrîşî wê kiriye.

Rûsya gotibû ku Îsrail bi awayekî provokatîf û dijminane tevgerîye û mafê wan yê bersîvê li hember Îsraîlê heye.

XS
SM
MD
LG