Hêzên Rûsya û Tirkîyê nobedarîya hevbeş ya çaran ya li herêma Dirbesîyê temam kirin.
Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku nobedarîya nû 70 kîlometra li rojavayê Qamişlo, li herêmeke bi qasî 80 kîlometre dirêj çêbûye.
Wezaretê dîyar kir ku nobedarîya hevbeş ji navenda kontrolê Şeyrekê destpê kiriye, ji wir berê xwe daye rojava û ji sînorê Tirkîye û Sûrîyê dom kiriye.
Di nobedarîya hevbaş ya çaran ya hêzên Rûs û Tirk de heşt maşîneyên leşkerî hebûn û ji her du dewletan 50 leşker beşdar bûn.
Hêzên Rûs û Tirk nobedarîya hevbeş ya sisêyan roja Înê ber bi sînorê Îraqê ve li dar xistibûn.