Hêzên Rûsî û Tirkî îro Înê li bakurê rojhilata Sûrîyê dest bi gerên nobedarî yên hevbeş kirin, piştî ku hêzên Kurdî ji wê herêmê hatin dûrxistin.
Reutersê ragihand ku maşîneyên zirxîn yên Tirk ji nav gundên Kurdan de derbaz bûn û xwe gîhandin hêzên Rûsî ku gerên nobedarîyê pêk bînin.
Wezareta Berevanî ya Tirkîyî ragihand ku di nobedarîya li herêma Dirbesîyê de xencî hêzên bejeyî, hêzên esmanî jî cîh girtin.
Wezareta Berevanî ya Rûsya jî ragihand ku nobedarîya hevbeş herêmeke bi dirêjîya 110 km girt nav xwe û 9 maşîneyên wan yên leşkerî beşdarî wê gerê kir.
Moskowê û Enqerê hefteya çûyî li hev kiribûn ku şervanên YPG’ê ji 30 km ji tixubê Tirkîyê dûr bixin û Rûsya piştrast kiribû ku YPG’ê ji wê herêmê vekişîye.