Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozîya Navbera Rûsya û Ukrayna Kûrtir Dibe


Artêşa Rûsî îro Çarşemê ragihand ku ewê pirtir mûşekên dijî firokan li sîstema xwe ya berevanîyê li herêma Qirimê bi cîh bike.

Biryara artêşa Rûsî piştî krîza roja Yekşemê hat ku hêzên Rûsî dest danabûn ser sê keştîyên Ukraynî yên li Derya Reş û hemî karmendên nav wan gemîyan desteser kiribûn.

Rûsya deryavanên Ukraynî tawanbar kiribû ku bi qaçaxî ketine nav avên Rûsî û hişyarîyên nobedarên parastina tixubî yên Rûsî piştguh kirine, lê Ukrayna ew îdia red kiribû.

Dadgeheke Qirimî roja Sêşemê biryar dabû ku 12 ji 24 deryavanên desteserkirî bi qasî du mehan werin zindan kirin û yên din jî li ber e îro derkevin pêş dadgehê.

Piştî alozîyên dawî, hikûmeta Ukraynî rewşa awarte ya leşkerî ragihandibû û Serokê Ukraynî Petro Poroshenko gotibû ewê welatê xwe li hember êrîşkarîya Rûsî biparêzin.

Hevdem, welatên Ewrupî jî daxwaza toleyên nû li hember Rûsya dikin û Serokê Amerîka Donald Trump jî gotibû ku reng e ew hevdîtina ligel Putîn ya li Arjantînê betal bike.

XS
SM
MD
LG