Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê li Ukrayna Wê Bandoreke Çawa li Sûrîyê Bike?


Bi gurbûna cenga li Ukrayna piştî êrîşa Rûsya li ser wî welatî, encamên vî şerî li Sûrîyê jî derdivekin holê.

Şîrovekarê têkilîyên navdewletî Çeleng Omer dibêje ku bandorên sîyasî, leşkerî û aborî yên şerê li Ukrayna wê li ser Sûrîyê ji ber hebin jiber ku peywendîyên Moskow û hikûmeta Şamê xurt in.

Çeleng Omer
Çeleng Omer

“Rûsya roleke mezin di krîza Sûrî de dilîze. Di hemû qada Sûrî de rola wê heye: li rojhilata Firatê, di peyvajoya Astana de bi Îran û Tirkîyê re, herwiha di çareserîya sîyasî de ew garantoreke serekî ye, loma bi şerê li Ukrayna, ev mijar hemû bandor dibin”.

Omer herwiha bal kişand ku berdewamîya şer li Ukrayna dikane hevsengîya leşkerî ya li Sûrîyê biguherîne, bi taybetî li herêmên bakurê rojavayê Sûrîyê anku Efrîn, Îdlib û Babê ku Tirkîyê bi rêketina bi Rûsya re li van deran bi cîh bûye.

“Piştgirîya Tirkîyê ji Ukrayna re bi firokên dron wê bihêle ku Rûsya li Sûrîyê fişarê li Tirkîyê bike û belku jî li bakurê rojavayê Sûrîyê dest bi operasyonekê bike”.

Omer bi berdewamî got ku şerê li Ukrayna dikane bandoreke aborî ya neyînî li Sûrîyê bike.

“Çiqas peywendîyên bazirganî yên Sûrîyê bi Ukrayna kêm bin jî hikûmeta Şamê li Rûsya palpişt e, loma bandora toleyên li ser Moskowê dê li Sûrîyê jî hebe.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku rejîma Sûrî piştevanîya xwe ji Rûsya re ragihandibû. Opozîsyon û komên çekdar yên bi ser Tirkîyê jî xwe we dabûn kêleka Ukrayna, lê Kurdan û Rêvebirîya Xweser hîn ti helwest ji vî şerî re nîşan nedaye.

NR_03_03_2022_Ukrayna_Sûrîye
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG