Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Amerîka bi Biryara Toleyan, Helwesteke Dijminane Nîşan Dide


Dmitry Peskov
Dmitry Peskov

Kremlînê, piştî ku Amerîka ser jahrkirina sîxurê berê yê Rûs Sergey Skripal û keça wî dijî Rûsya biryara toleyan da, bertek nîşan da.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, ser biryara Amerîka got ku ‘’bêguman biryareke dijminane ye’’.

Wî dîyar kir ku ew bo geşkrina peywendîyên Washington û Moskowê bi hêvî ye.

Peskov da zanîn ku ew bi ti awayî îdiayên ser jahrkirinê napejirînin û ‘’astengkirinên Amerîka dijî hiqûqa navneteweyî ne.’’

Berdevkê Kremlînê da zanîn ku bê ku ti delîl hebin Rûsya bo jahrkirina Skripal û keça wê tê tawanbar kirin

Peskov bi berdewamî da dîyar kir ku Rûsya dê îstiqrara aborîya xwe biparêze. Dirava Rûsan, Ruble piştî biryara toleyan daket nirxên herî kêm yên du salên dawî, lê piştre careke din bilind bû.

XS
SM
MD
LG