Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendekarekî Rûsî bi Bivir 6 Xwendekarên Din Birîndar Kirin


Karbidestên Rûsî ragihand ku xortekî nûgiheştî îro Înê bi bivir êrîş bir ser komeke xwendekaran û 6 kes birîndar kirin û dû re êgir berda xwendingehê.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsî got ku êrîşvan di pola nehan de ye û wî li dervayê xwendingehê ya li bajarê Ulan-Ude ya Sîbîrya êrîş bir ser komeke şagirtên pola heftan û dû re jî agir berda dersxanê.

Komîteya Lêpirsînê da zanîn ku di êrîşê de 5 xwendekar û mamosteyek birîndar bûn. Komîtê herwiha da zanîn ku êrîşvan hate desteser kirin û piştî hewla xwekuştinê, niha li nexweşxanê ye.

XS
SM
MD
LG