Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Surî: Rusiya Dê Firokxana Qamişlî Û Kwîres Bikar Bîne


Firokxana Kwires li nizîk bajarê Helebê

Roja Înê rêxistina Çavdêriya Surî jibo mafên mirov ya ku çalakvanên wê li piraniya herêmên Suriyê hene, ragihand ku 15 pisporên leşkerê Rusiya gihane firokxana Kwîres ya li nizîk bajarê Heleb.

Weke Çavdêrî radigihîne, ev pisporên Rus bi armanca lêkolîna derheqî firokxanê de hatine, kanê ewê firokxane heta çi ast dikare jibo firînan li ser axa Suriyê bikarhatî be.

Rusiya dixwaze di demek nizîk de firokxana Kwîres ya li gundên dewruberên Helebê nûjen bike û bikarin jibo mebestên leşkerî bikar bîne, herwiha Çavdêrî dibêje disan di roj û heftiyên bên de firokên Rusiya dê Firokxana Qamîşlî jibo firînan bikar bîne.

Wek tê zanîn li destpêka meha kanûn duyan ya sala 2015an de, Çavdêriya Surî jibo mafên mirov dabu xweya kirin ku firokên cengê yên Rusiya niha Firokxana Şuêrat bikar tîne, piraniya firînên firokên Rusî ji wê Firokxanê li ser axa suriyê pêk tên.

XS
SM
MD
LG