Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanî: Teqînek Bihêz di Nava Balefira Rûsî de Rûdaye


Li gor çavkaniyên lidûvçûnan li Parîs jibo ajansa nûçeyên Frensî (AFP) gotiye, ji encama wan lêgerînên heta niha di herdû sendoqên reş yên balefira Rûsî ya ketî de hatîne encamdan, di yek ji wan sendoqan de eşkere bû, teqînek mezin rûdaye, piştî wê teqînê tiştek li holê nema.

Sendoq dide zanîn heta berîya teqîna bihêz ya di balefira Rûsî de ya ku, roja Sêşema derbasbûyî rûdayî, li hindavî Sînayê ketî xwar, pêşwext her tişt asayî bû.

Gomanek bihêz heye ku, ew teqîn di nava balefirê bixwe de qewimî be.

Hat zanîn ku, piştî ev nûçe hatî weşandin, Hêla esamnî ya Tirkî (Turkish Airlines) firînen xwe yên jibo cihê Torîzma Misrê Şerem el-Şeyx hatine rawistandin.

XS
SM
MD
LG