Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Herêma Hîndarîyên Çekên Navokî yên Taktîk Fireh Dike


Rûsya îro Çarşemê ragihand ku leşker û deryavanên wê yên li herêma Lenîngradê, ku li sînorê Norwec, Fînlandîya, Polonya, Estonya û Letonya yên endamên NATO ye, jibo bicîhkirina çekên navokî yên taktîk dest bi hîndarîyan kirine.

Bi vê gavê xuya dibe ku Rûsya herêma hîndarîyên leşkerî yên hatine ragihandin li tevahîya sînorê Ewrupa fireh kiriye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin piştî ku Moskowê dîyar kir ku nîşan raber dikin ku ewê dewletên Rojavayî destûr bidin Ukrayna ku bi çekên wan êrîşan bibin ser kûrahîyên axên Rûsî, ferman da hêzên welêt ku dest bi hîndarîyên bicîhkirina çekên navokî yên taktîk bikin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku yekîneyên muşekan yên Herêma Leşkerî ya Lenîngradê karên xwe yên jibo perwerderya şer bi cîh tînin.

Di nav perwerdeyê de, dîtina cebilxaneyên taybet yên jibo muşekên Îskender-M, bicîhkirina li maşîneyên firandinê, û pêşveçûna jibo pozîsyonan hene.

Li gor ragihandina wezaretê, deryavên wê serikên sexte yên muşekan biavêjin ser wan û li hin herêman çerx bibin.

Dîmenên ji alîyê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ve hatine weşandin nîşan didin ku ku leşker sîstema muşekê dibin qadekê û roketekê li gemîyeke cengê bar dikin.

Rûsya roja Sêşemê ragihand ku wê bi Belarûsê re dest bi qonaxa duyê yê hîndarîyên ser bicîhkirina çekên navokî yên taktîk kiriye.

Putin roja Înê got ku jibo ew li Ukrayna bi ser kevin pêdivîya wan bi çekên navokî tuneye û bi vê gotina xwe sînyala herî xurt da ku wê şerê kujer yê li herêmê veneguhere şerekî navokî.

Lê wî got ku doktrîneke çekên navokî yên Rûsya heye û ew dikarin şertên karanîna wan biguherînin ku wî berê gotibû ku jibo guherîna doktrînê ti sedem tune ye.

Ameîrka dibêje ku sekna stratejîk ya Rûsya neguherîye, lê karbidestên payabilind yên îstixbaratê dibêjin divê ew ser daxuyanîyên Moskowê yên derbarê çekên navokî baldar bin.

Putin, ku ser karanîna çekên navokî meqamê biryaran e, bi bangên elîtên Rûsî re rûbirû mane ku dibêjin divê asta karanîna çekên navokî dakeve.

Federasyona Zanyarên Amerîkî dide zanîn ku 88 ji sedê tevahîya çekên navokî di destên Washington û Moskowê de ne ku ew her du hêz bi vê rêjeyê bi ferqeke mezin li pêş cîhanê ne.

Rûsya meha borî dema hîndarîyên navokî ragihand dîyar kiribû ku Ewê hêzên muşekî yên Herêma Leşkerî ya Başûr jî beşdarîyê li hîndarîyan bikin.

Navenda Herêma Leşkerî ya Başûr li Rostov-on-Don'ê ye ku ew li ber Ukrayna ye û hin beşên wê li hêla Ukrayna di destê Rûsya de ne.

Herêma leşkerî ya Lenîngradê ji sînorê Norweçê heta Belarûsê dirêj dibe û Kaliningrad jî di nav de ye ku ew di navbera Lîtvanya û Polonya de dimîne.

Di destê Rûsya de 1588 serikên navokî yên ne stratejîk hene ku pisporên kontrolkirina çekan dibêjin jiber veşartinê ew nikarin bibêjin ew hejmar tam çend e.

Putin hefteya borî dîyar kir ku hêzên peqînê yên piranîya çekên navokî yên taktîk yên Rûsya li dora 70-75 kîloton in ku ew pênc qatên wan bombeyên navokî yên Amerîka ne ku wê Tebaxa 1945’an firandibû Hîroşîma.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG