Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Êrîşên Rûsyayê îro 15 Kes Kuştine

Welatî û tîmên rizgarkirinê zilamekî birîndar ji avahiyeke niştecîbûnê derdixin ku di êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê de li Pryluky ya Ukraynayê wêran bûye; roja Çarşemê, 7ê Cotmeha 2026an. (Wêneyê AP/Evgeniy Maloletka)
Welatî û tîmên rizgarkirinê zilamekî birîndar ji avahiyeke niştecîbûnê derdixin ku di êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê de li Pryluky ya Ukraynayê wêran bûye; roja Çarşemê, 7ê Cotmeha 2026an. (Wêneyê AP/Evgeniy Maloletka)

Berpirsên Ukraynayê îro Çarşemê ragihandin ku Rûsyayê bi pêlên mûşek û dronan êrîşî Ukraynayê kir û di encamê de herî kêm 15 kes hatin kuştin û avahiyên niştecîbûnê û bingehên pîşesaziyê bûne armanc.

Hakimê herêma Pryluky ya bakur, Vyacheslav Chaus got ku mûşekeke Rûsî li avahîyeke niştecîbûnê li bajarê Pryluky ket û di encamê de herî kêm neh kes, di nav de sê zarok, jiyana xwe ji dest dan.

Dîmenên ajansa Reutersê nîşan dan ku bi dehan xebatkarên rizgarkirinê li cihê bûyerê, cihê ku çend beşên avahîya pêncqatî hilweşiyabûn, di nav kavilan de li kesên rizgarbûyî digeriyan.

Hakim ragihand ku nêzîkî 40 kesî birîndar bûne.

Serok Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got ku di êrîşa dijwar a şevê de li bajarên Kyiv, Oleksandria û Kremenchukê şeş kesên din jî hatine kuştin.

Zelenskyy li ser Telegramê got: "Ev yek ji êrîşên herî hovane bû: bi giştî 70 mûşek, ku gelek ji wan balîstîk bûn. Yek ji armancên sereke binesazîya me ya enerjiyê bû. Rûsîyan dixwest bi awayekî biêş û bi mebesta nîşandanê derbeyekê li me bidin."

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê "êrîşek berfireh" li dijî bingehên leşkerî û pîşesazîyê li Kîev û herêmên din ên Ukraynayê dane destpêkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG